SerekeSîyasî

Wekîlê ŞAY-yî li Sûrîyayêyî nû derheqa piştgirîya hindava yekîtîya kurdada elam kirîye

Wekîlê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîyî li Sûrîyayê tezekifşkirî rastî endamên şêwira kurdîye miletîyêye li Sûrîyayê hatîye û wextê hevdîtinê ewî derheqa piştgirîya hindava hevraxeberdanên bona yekîtîya kurda elam kirîye. Derheqa wê yekêda endamê şêwira kurdîye miletîyê Mehmed Îsmayîl gotîye Rûdawê.

Ewî daye dîyarkirinê, wekî ew li Qamişloyê rastî Mêtyû Pêrl hatîye, yê ku van axirîya dewsa Dêvîd Braûnştêyn cîhê xwe girtîye. Mehmed Îsmayîl serda zêde kirîye,wekî  şêwira kurdîye miletîyê nêzîkbûna xweye pozîtîv bona wê yekê daye dîyarkirinê, bona ku bighîjine encamên baş.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button