H’emû nûçeSereke

Rûyê lêhîya li Hewlêrê derbazkirina cejinê wê neyê mîyaserkirinê

Hemû teşkîldarîyên civakî, yên ku girêdayîne sala nûra, wê li Kurdistana Îraqê neyêne derbazkirinê, çimkî ew roj çawa rojên şînê hatine elamkirinê.Ev qirar  piştî du roja, piştî lêhîya li Hewlêrê, hatîye  elamkirinê. Nava encamên wê lêhîyêda 12 meriv wefat bûne û bi hezara mal zyanê  ketine.

Anegorî hesaba, ji lêhîyê 25O9 mal, 867 avtomaşîne, 153 avahîyên civakî, nava wanda mekteb, avahîyên hukumatê zyanê ketine.Bi tomerî hildayî zîyana ji 2O-î hetanî 21 mîlîyon dolara gihîştîye Hewlêrê.

Mesrûr Barzanîyê serokwezîr soz daye ku wê hemû mecala bidine xebatê, wekî pirsên teribandinên avahîçêkirinê bêne helkirinê, heger eyanbe wekî wê yekê jî piştgirîya lêhîyê kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button