Sîyasî
Bi saya hazirîya aşîtîparêzên Rûsîyayê li Qerebagê halê hûmanîtarî baş bûye:Vladîmîr Pûtîn
Bi saya hazirîya aşîtîparêzên Rûsîyayê li Qerebagê halê hûmanîtarî baş bûye. Armênprêsê ragîhandîye, wekî derheqa wê yekêda serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn wextê civîna wezîreta Rûsîyayêye parastinê gotîye.
“Îdî ji salekê zêdetire, wekî aşîtîparêzên me alî dikin ku li Qerebagê qewînbûn bê xweykirinê.Bi piranî, bi saya cedandinên wan, halê hûmanîtarî hatîye başkirinê, li cêrge nehîya cîh ji mîna hatine paqijkirinê, îdarên sîstêmên sosîyalî hatine dasekinandinê, heykelên dîrokî û çandî hatine xweykirinê”:-Pûtîn gotîye. Bona profêsîyonalîzmê û gavên baş, Pûtîn razalixî elamî aşîtîparêza kirîye.