
Serokwezîrê Îraqê Mistefa Al Kazimî elam kirîye, wekî hukumata fêdêral 28 mîlîyard dînarên îraqî /nêzîkî 19 mîlîyon dolara/ bona dasekinandina Şengalê başqe kirîye.
Ofîsa serokê Nînêvîyayê ragîhandîye, wekî serokwezîr teslîm kirîye, ku komîtêya kontrolkirinê sazkin, ya ku wê dîna xwe bide dasekinandina Şengalê.
Hatîye dîyarkirinê, wekî hîvîyêne, ku serokê Nînêvîyayê Nacîm Al Cebûrî wê serokatîya wê komîtê bike û komîtê wê bona dasekinandina nehîyê cabdarîyê bikişîne.