SerekeSîyasî

Cinyazên mîgrantên ku li La-Manşê niqoyî binê avê bibûn, wê roja înîyê boghînine Kurdistanê

Hukumata Herêma Kurdistanê wê roja înîyê cinyazên wan mîgrantên kurd bistîne, yên ku rûyê welgerandina qeykêda li La –Manşê xeniqî bûn.

24-ê mijdarê qeyka bi 3O mihacirava li La-Manşê welgerîya bû, nava encamê kîjanêda 27 meriv avêda xeniqîne, piranîya kîjana kurdên ji Îraqê û Îranêne.

Wekîlê hukumata herêmê Cûtîyar Adil Twittere-da nivîsîye, wekî hukumatê roja înîyê cinyazên 16 mihacira bistîne.Ev yek bi qirara Mesrûr Barzanîyê serokwezîr hatîye kirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button