Serokê Rûsîyayê û serokê Fransîyayê Vladîmîr Pûtîn û Êmanûêl Makron, pirsgirêka Qerebagê gotûbêj kirine.
“Wextê pevguhartina fikira, girêdayî cedandinara, yên bona îzbatkirina qewînbûnê û aşîtîya li herêmê, dasekinandina tevgirêdanên êkonomîkî û transportê, razîbûn hatîye elamkirinê. Hatîye dîyarkirinê, wekî Rûsîya û Fransîya dora wan herdu pirsa dişuxulin û li ser wê tabîyêne, ku anegorî wê yekê bixebitin”,- nava elametîya Krêmlêda hatîye dîyarkirinê.