H’emû nûçeSereke

Li Yêrêvanê civîna komîsîya ortehukumatîyê, ya ermenîya-rûsaye hevkarîya êkonomîkî, derbaz bûye

Bi serokatîya cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan û cîgirê serokwezîrê Rûsîyayê Alêksêy Ovêrçûk, li Yêrêvanê civîna komîsîya ortehukumatîyê, ya ermenîya-rûsaye hevkarîya êkonomîkî, derbaz bûye.

Nava doranên civînêda pirsên derheqa hevkarîya nava cêrge govekada hatine gotûbêjkirinê.

Cîgirên  serokwezîra bi xeberdanên tomerîkirinêva pêşda hatine û nava encamên wê yekêda protolok hatîye îmzekirinê.

Nava doranên civînêda usa jî bernama salên 2O22-2O27-a, yên derheqa hevkarîya di navbera hukumatên herdu welatada, usa jî bernama hevkarîya nava goveka xweykirina dor û bera û  dêklarasîya derheqa hevkarîya nava govekên perwerdê, zanistîyê, çandê û sportêda hatine îmzekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button