H’emû nûçeSereke

Qadîrov Tirkîya nava piştgirîya têrorîzmêda gunehkar kirîye

Serokê Komara Çêçênîstanê Ramzan  Qadîrov gotîye, wekî Enqere têrorîsta diparêze, yên ku li Rûsîyayê xirabkarî mîyaser kirine û niha jî întêrnêtêda dijî serokatîya Rûsîyayê pêşda tên. Ew berbirî serokê Tirkîyayê Êrdogan bûye:

«Hûn niha gerekê bên ser qirarekê.Yan hûnê statûsa wê dewletê bistînin, ya ku  eşkere piştgirîya têrorîsta dike, yan jî hûnê tevî Rûsîyayê nava tevgirêdanên zelaldabin, û piş wê tiştên başqe nekin. Hetanî ku li Tirkîyayê ew xirabkar xwe veşêrin, yên ku eşkere li wir berev dibin, yên ku tevî kuştinên bi hezara meriva bûne, em wî mafî didine pêşîya xwe, ku bersivên wan bidin»,-Qadîrov kanala xweye têlêgiramêda nivîsîye.

Serokê Çêçênîstanê usa jî berbirî wezîreta Rûsîyayêye karên der bûye û hîvî kirîye ku gavên dîplomatîye anegor dijî wê yekê bêne avîtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button