H’emû nûçeSereke

Ermenîstan dijî îmzekirina “Peymana aşîtîyê” nîne: Paşînyan

Ermenîstan dijî wê yekê nîne, ku tevî Adirbêcanê “Peymana aşîtîyê” morke. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr wextê prêss-konfêransa onlayn gotîye.

Bi gotina Paşînyan, Ermenîstan hewaskare, ku “Peymana aşîtîyê” bê morkirinê û bona wê yekê hazire ku hevraxeberdana destpêke.

“Hemsedirên koma Mînskê van axirîya rojeva hevraxeberdana pêşnîyar kiribûn, kîjanêda xalek derheqa pirsa helkirina pirsgirêkêye bi rîya edil bû”,-serokwezîr gotîye.Ewî daye bawarkirinê, wekî Ermenîstanê ji axaftina derheqa wê têmayêda paşda nesekinîye û wê paşda nesekine.

“Heger me elam kirîye, wekî em dixwezin li herêmê zemanê pêşkeftina aşîtîyê vekin, wî çaxî wê nêzîkî aqila nîbe ku ji peymana aşîtîyê xwe dûr bigrin”,- Paşînyan gotîye.

Bi gotina wî, ew yek jî zelale, wekî wextê hevraxeberdana Adirbêcanê bicêribîne usa bike, ku berjedwandîyên wê bêne kifşê, Ermenîstanê jî usa bike, wekî berjewandîyên wê bêne kifşê.

“Heger li hev bê modêleke aşîtîyêye usa hazirkin, ya ku wê bona herdu alîya dest bide, wî çaxî mecalê hebe ku sixêma anegor hazirkin”,-serokezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button