SerekeSîyasî

Lîdêrên kurd cejina mesîhîya pîroz kirine

Lîdêrên kurd, pêşîya cejina mesîhîya, xwestinên xweye here baş elamî mesîhîyên Herêma Kurdistanê, Îraqê û li temamîya dinîyayê kirine.

Lîdêrê kurd Mesûd Barzanî pîrozbahîyên xweye germ elamî xwîşk û birayên xweye mesîhîye li Kurdistanê, Îraqê û li cîhanê kirîye.

Barzanî derheqa kûrkirina kûltûra heyîna biratîya di navbera alîyên li Kurdistanê daye dîyarkirinê û serda zêde kirîye: “Ez hêvîdarim, wekî xwîşk û birayên meye mesîhî cejinên xwe nava aramîyêda didine kifşê”.

Nava pîrozbahîya xweda serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi hêvîdarî gotîye, wekî ev bûyar wê şabûnê, gulvedanê, qewînbûnê û aşîtîyê bona hemûya bîne.

“Werin em bi tevayî şabin, wextê ku em cejinê tevî welatîyên xweye mesîhî derbaz dikin.Evê rojê em cimeta Kurdistanê didine bawarkirinê, wekî ev ax wê çawa cîhê jîyana edil û biratîyê bimîne, li kîderê qîmetîyên merivatîyê me nêzîkî hev dikin.Ez hemûyara cejina baş dixwezim. Ez hêvîdarim, wekî cejinên me wê nava qewilên başda, bêyî nexweşîya derbazbin”,- Nêçîrvan Barzanî gotîye.

Serokwezîr Mesrûr  Barzanî mesîhî pîroz kirine û daye dîyarkirinê, wekî hukumata Herêma Kurdistanê wê borcdarîyên xwe biqedîne ku jîyana nava aramîyêda berdewambe, qîmetî û hemû mafên cimeta Kurdistanê wê bêne parastinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button