H’emû nûçeSereke

Serokwezîr seroka hevaltîya “Wayldbêrîz”-ê qebûl kirîye

Nîkol Paşînyanê serokwezîr hîmdar û seroka dika rûsîye onlayn “Wayldbêrîz”-ê (Wildberries) -ê Tatyana Bakalçûk qebûl kirîye.

Bi silavkirina şuxulkarîya hevaltîyêye li Ermenîstanê, serokwezîr daye dîyarkirinê, wekî hukumata Ermenîstanê girîngîya mezin dide învêstîsîyayên nava êkonomîkayêda û hazire piştgirîyê bide pêşkeftina bernamên hevaltîyên li Ermenîstanêye pêşkeftî.

Tatyana Bakalçûkê hevkarî çawa ya kardar qîmet kirîye, derheqa çida frotana eşîyayên ermenîye bi destî “Wayldbêrîz”-ê şedetîyê dide. Ewê hevkarîya tevî hevaltîya “HayPost”-ê girîng hesab kirîye û daye dîyarkirinê, wekî sala tê hevaltî têra dibîne li Ermenîstanê învêstîsîyayên berfireh bike.

Serokwezîr bernamên hevaltîyê careke mayîn silav kirîye û dîsa îzbat kirîye wekî hukumat hazire piştgirîyê bide projeyên hevaltîyêye nû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button