Anegorî qanûna byûcêya Ştatên Yekbûîye bona parastinê, sala 2O22-a bona piştgirîya hêzên pêşmergaye li Herêma Kurdistanê 26O mîlîyon dolar hatine başqekirinê.
Serokê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Co Baydên roja duşemê qanûna derheqa parastinêda, ya bahê 771 mîlîyard dolara, îmze kirîye.
177 mîlîyon dolar jî bona Hêzên Sûrîya Dêmokratîk û koma “Magavîra Al Tavra” ê hatine başqekirinê.
Pênc mîlîyon dolar bona dirona, yên bona hêzên pêşmerga hatine başqekirinê.