H’emû nûçeSereke

Rûsîyayê bi aktîvî piştgirî daye normalbûna heleqetîyên di navbera Yêrêvanê û Bekûyêda

Wezîreta Rûsîyayêye karên der encamên sîyasîya Rûsîyayêye der, yên sala 2O21-ê, tomerî kirine û usa jî derheqa heleqetîyên ermeîya-azêrîyada daye dîyarkirinê. Armênprêssê ragîhandîye, wekî wezîreta Rûîyayêye karên der nava wê şuxulkarîyêda derheqa rola Moskvayêye fermîda daye dîyarkirinê.

«Rûsîyayê bi aktîvî piştgirî daye normalbûna heleqetîyên di navbera Yêrêvanê û Bekûyêda, nava wanda usa jî pirsên usa, yên mînanî sazkirina komîsîya dualîye bona dîyarkirina sînora, vekirina rêyên êkonomîkî û transportêye li Qafqasîya Başûr. 1O-ê kanûnê li Moskvayê hevdîtina formata « 3+3» /Ermenîstan, Adirbêcan, Gurcistan û welatên cînar Rûsîya, Tirkîya, Îran/ derbaz bû, lê niha ew hevdîtin bêyî tevbûna Gurcistanêye»,- wezîreta Rûsîyayêye karên der daye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button