H’emû nûçeSereke
Qedexa li ser anîna eşîyayên tirka tê rakirinê
Wezîreta Ermenîstanêye êkonomîkayê elam kirîye,wekî qirar hatîye qebûlkirinê, ku êmbargoya li ser eşîyayên tirka nedine dirêjkirinê.
“Êmbargoya li ser eşîyayên tirka nava sala dawîda him encamên baş û him jî encamên xirab hiştine.Encamê baş ewe,wekî cêrge bafrîkayên nû hatine hîmdanînê û berfirehkirinê, yên nava senaya sivik, çêkirina matêrîyalên çêkirinê û cêrge tiştên mayîn, usa jî nava malhebûna gundîtîyêda.Feqet, encamê xirab jî ewe ku bahê eşîya bilind bûne.Bi rakirina êmbargoya li ser eşîyayên tirka, hîvîyêne, wekî bona deranîna eşîyayên ermenî wê qewilên milahîm bêne sazkirinê”,-nava elametîya wezîretêda hatîye dîyarkirinê.