H’emû nûçeSereke

“Ez hatim, ku qulixî Ermenîstanê bikim”: Armên Sargsyan gotîye ku nava halê çawada wê ji qulixê dûrkeve

Bona dasekinandinê û daçêkirinê, berî her tiştî bona Ermenîstanê pêwîste “xilazkira” negere û cabdarîya pêşeroja xwe hilde ser xwe. Derheqa wê yekêda serokkomarê Ermenîstanê Armên Sargsyan, wextê hevpeyvîna tevî rojnama navnetewîye eyan «The Spectator world» ê, gotîye.

Çawa bersiva wê pirsê ku gelo Sargsyan hazire bona  lezêxistina mîyaserkirina werguhastina ji qulixa xwe derkeve, ewî gotîye, wekî qulixa serokkomarê Ermenîstanê nava jîyana wîda qedirê herî mezine. “Feqet bona wê yekê nîne ku ez xweqedirgirtî texmînkim, wekî ez bona vê xebatê qayîl bûm. Ez hatim ku qulixî Ermenîstanê bikim. Heger konstîtûsîya nû bê qebûlkirinê, ezê qet  deqekê jî wê qulixêda nemînim, heger ew yek îzinê nede ku welat pêşkeve”,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button