H’emû nûçeSereke
Hîvîyêne ku bi serokatîya Ermenîstanê civîna şêwira Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv, ya onlayn , wê derbazbe
Nava van rojên nêzîkda hîvîyêne ku bi serokatîya Ermenîstanê civîna şêwira Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv, ya onlayn , wê derbazbe.
Bi înîsîyatîva vî cûreyî serokê Qazaxstanê wextê axavtina bi têlefonê, ya tevî serokê Rûsîyayê, pêşda hatîye.
Serokê Qazaxstanê bi hûrgilî derheqa halê li welêt daye dîyarkirinê û gotîye, wekî hal bere-bere qewîn dibe.Tokayêv bona piştgirîya organîzeyê, bi taybetî ya ji alîyê Rûsîyayêda, razalixî elam kirîye. Bi gotina wî, niha pêwîste ku serokên welatên endamên organîzeyê bi hevra qise bikin, û girêdayî wê yekêra ewî pêşnîyar kirîye, ku van roja civîna şêwira organîzeyêye bi cûrê vîdêyokonfêransê derbazkin.
Vladîmîr Pûtîn piştgirî daye pêşnîyara Tokayêv.