SerekeSîyasî

Fransîya naxweze Tirkîyayê nava Yekîtîya Avropayêda bibîne, lê meremê wê jî tune ku Tirkîyayê berde

Serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron, wextê dayîna pirsa rojnemevana, gotîye wekî ewê piştgirîya Tirkîyayê neke ku Tirkîya bibe endama Yekîtîya Avropayê.

“Na xêr, projeya sîyasî, dîrokî, ya ku serokê Trkîyayê Êrdogan roja îroyîn mîyaser dike, ne anegorî qîmetîyên avropîye.Plana  wî heye ku ew îslama sîyasî berfireh bike, ew Qibrisê çawa dewleta endama Yekîtîya Avropayê nas nake û  sîyasîya agrêsîv mîyaser dike”,- serokê Fransîyayê gotîye.

Feqet, bi gotina wî, ew yek nade kifşê, wekî Yekîtîya Avropayê dixweze pêwandîyên xweye tevî Tirkîyayê bide teribandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button