SerekeSîyasî

Nadîn Maênza: ŞAY û koalîsîyona navnetewî gerekê êrîşên Tirkîyayêye ser Rojavayê bidine sekinandinê

Nadîn Maênza, cîgira serokê komîsîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye navnetewî, ya azaya dîyanetê, bi elametîyêva ji Kurdistana Rojavayê pêşda hatîye û bangî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û koalîsîyona navnetewî kirîye, ku êrîşên Tirkîyayêye ser Rojavayê bidine sekinanêdinê.

Vîdêyoyêda, ya ku ewê Twittere da belav kirîye, ewê gotîye:

“Piştî çend seheta, wextê ku ez hatime li bakûrê Sûrîyayê, Tirkîyayê bi dirona derb gîhandine binelîyên edile li Kobanê, nava encamê kîjanêda merivek hatîye kuştinê, 11 meriv birînar bûne, nava wanda usa jî zarokeke çarsalî, ya ku lingê xwe unda kirîye.

Êrîşên dironaye ser binelîyên edil halê li Sûrîyayê tevlîhev dikin.Ştatên Yekbûyî û koalîsîyona navnetewî gerekê hukumî ser Tirkîyayê bikin, bona ku ew bisekine”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button