Bona 85 salîya Papê Romayê Fransîskos, dengbêja wîye opêrayêye hizkirî Svêtlana Kasyanê alboma stirana hazir kirîye, kîjanêda kompozîsîyayên janrên cûre- cûre, bi zimanên cuda-cuda hatine berevkirinê. Dengbêjê ew albom meha kanûnêda Papê Romayêra şandibû, lê 11-ê meha çile Papê Romayê dengbêja opêrayê vexwendî li Vatîkanê kirîye.
Papê Romayê kitêba xwe pêşkêşî Svêtlana Kasyanê kirîye.Ewê daye dîyarkirinê, wekî dîyarîya wê li Papê Romayê gelekî xweş hatîye û ewî bi xwe gotîye, ku wê albomê her dem guhdar bike û pêşnîyarî dengbêjê kirîye, ku pêşkêşkirina albomê li Vatîkanê bidine teşkîlkirinê.