H’emû nûçeSereke

Propaganda dijî ermenîya garanta jîyana nevsên Adirbêcanêye fermîye: parêzerê mafên mêriv

Menîya provokasîyayên Adirbêcanêye li ser sînorê ermenîya-azêrîya û propaganda serokatîya Adirbêcanêye dijî ermenîya, hema sîyasîya dewletêye dijminatîyêye. Derheqa wê yekêda parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv Arman Tatoyan gotîye rojnamevana.

“Ev yek sîyasîya dewletêye bi salên dirêje. Çawa mesele, meriv dikare hema govekên perwerdê, zanistîyê, çandê û sportê hilde. Nava van govekada hiznekirina ermenîya û dijminatîya dijî ermenîya tê kifşê, û hema piştî şêr jî serokê Adirbêcanê bi xwe bi firnaxbûn elam kirîye, wekî li Adirbêcanê hiznekirina hindava cimeta ermenîda mezin bûye”,-Tatoyan  gotîye.

Parêzerê mafên mêriv daye dîyarkirinê, wekî seyaseta Adirbêcanêye wî cûreyî wê ser hevda neyê, çimkî ev  yek kanîya jîyana serokatîya Adirbêcanêye sîyasîye, ev yek garanta jîyana nevsên sîyasîye.

“Eva armanca wane ku cimeta xwe nava wê yekêda xweykin û bi wî cûreyî cimeta xwe ji pirsgirêkên navxweyî dûr bigrin. Sîstêma wî cûreyî hatîye sazkirinê, ya ku mafên mêriv û sîstêma dêmokratîyayê pêpes dike”,-Tatoyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button