H’emû nûçeSereke

Davît Babayan qetilkirnên ermenîyaye li Bekûyê alîkî sîyaseta Adirbêcanêye komkujîye mezin hesab dike

Wezîrê Arsaxêyî karên der Davît Babayan qetilkirinên ermenîyaye li Bekûyê, alîkî sîyasîya Adirbêcanêye komkujîye here giran hesab dike.

Girêdayî 32 salîya qetilkirinên ermenîyaye li Bekûyêra, Davît Babayan gotîye,wekî 13-ê meha çileya sala 199O-î rûpelekî dîroka cimeta ermenîye here targîk û reşe. “Ewê rojê li paytexta Adirbêcanê Bekûyê qetilkirinên ermenîya destpêbûn.Em gerekê yekbûyîbin, sîyaseta rast pêşda bibin û civaka welathiz sazkin. Tenê wî çaxî wê mecal hebe, ku ji wan bûyarên wî cûreyî dûr bimînin”,-Babayan gotîye.

Babayan daye dîyarkirinê, wekî serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv badîhewa nîne ku hevpeyvîna xwe hema pêşîya wê rojê daye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button