Guhartina navê mêşê li Dîyarbekirê, yê ku kirine ser navê lîdêrê partîya miletçîya Dewlet Baxçêlî, hêrsa gelek kurda rakirîye.
Bi deha merivên ji HDP-ê, usa jî kurdên ji organîzeyên nehukumatî û şuxulkarên çandê, li Dîyarbekirê berev bibûn û dijî wê yekê protêsto dikirin.
Em bêjin, wekî Baxçêlî çawa lîdêrê partîya miletçîtîyê eyane.Ewî piştgirîya opêrasîyonên dijî PKK-ê, usa jî opêrasîyonên dijî kurdên li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê kirîye. Ewî usa jî bang kirîye, ku HDP-ê bidine girtinê. Baxçêlî çend cara jî dijî Herêma Kurdistanê derketîye, bi taybetî wî çaxî, wextê ku sala 2O17-a rêfêrêndûma bona serbestîyê hate derbazkirinê.