H’emû nûçeSereke
Prînsîpa normalkirina heleqetîya bona alîyê ermenî û Tirkîyayê ya qebûlkirinêye

14-ê meha çile li Moskvayê hevdîtina wekîlên Ermenîstanê û Tirkîyayê, ya bona şuxulkarîya normalkirina heleqetîyên herdu welata, cîgirê serokê parlamênta Ermenîstanê Rûbên Rûbînyan û Serdar Kilicê bayloz derbaz bûye.Wezîreta Ermenîstanêye karên der elam kirîye, wekî hevdîtina ewlin nava atomosifêra çêkirinêda derbaz bûye, li kîderê wekîlên herdu welata derheqa şuxulkarîyêda fikir pevguhartine. Alî qayîl bûne, bêyî tu qewil-qirara hevraxeberana berdewamkin.
Wezîreta Tirkîyayêye karên der jî bi elametîyêva pêşda hatîye, kîjanêda hîmlî hatîye gotinê: “Hevdîtina ewlin nava atmosifêra pozîtîvda derbaz bûye û wekîlên herdu welata fikir peguhartine. Alî pevketine, ku bêyî tu qewil-qirara hevraxeberdana berdemkin”.