H’emû nûçeSereke

Vekirina sînoraye bêyî tu qewil-qirara bona kara berjewandîyên Ermenîstanêye:Arşakyan

Rojeva Ermenîstanêye bona hevraxeberdanên tevî Tirkîyayê nehatîye guhartinê, ew dîsa usa dimîne, vekirina sînora û îzbatkirina  heleqetîyên dîplomatîye bêyî tu qewil-qirara. Armênprêssê ragîhandîye, wekî derheqa wê yekêda, wextê qisa tevî rojnamevana, cîgirê serokê parlamênta Ermenîstanê Hakob Arşakyan gotîye.

Ji salên serbestbûnê destpêkirî halê li ser sînorên Ermenîstanê sertbûîye û nava qewilên edilda jî bi hezara meriv him nava şêrda, û him jî nava qewilên edilda hatine kuştinê. Bi fikira min, rojeva aşîtîyê bona wê yekêye, wekî em bikaribin bêqezîyabûna sînorên me û Ermenîstanê bidine çareserkirinê bona ku nava qewilên edilda leşker neyêne kuştinê, bona ku Ermenîstan nekeve nava şera”,- Arşakyan gotîye.

Çi ku derheqa hevdîtina wekîlên Ermenîstanê û Tirkîyayêdane, Arşakyan gotîye, wekî eva rasthatina ewlin bû, û tiştekî normale ku înformasîya tunene.

“Hevdîtina ewlin derbaz bûye, me rojeva xwe danîye ber wan, lê alîyê tirka jî rojeva xwe danîye ber me. Piştî gotûbêjkirinê, ew vegerîyane paytextên xwe ku wan pirsa gotûbêj bikin”,- Arşakyan gotîye.

Rojeva me nehatîye guhartinê.Hemû serokatîyên Ermenîstana serbixwe elam kirine, wekî rojeva meye tevî tirka ewe, ku bêyî tu qewil-qirara sînorên tevî Tirkîyayê bêne vekirinê û heleqetîyên dîplomatî îzbatbin. Ez hêvîdarim, wekî bi piştgirîya hevalkarên navnetewî jî emê bikaribin sînora vekin û heleqetîyên dîplomatî îzbatkin. Ew yek anegorî berjewandîyên Ermenîstanêye”,- Hakob Arşakyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button