H’emû nûçeSereke

Adirbêcanê provokasîya destpê kirîye: leşkerên me bersiv dane û tabîyê wan dane tunekirinê

Her dem statûsa Arsaxêye mexsûs hebûye, û ew statûs hetanî wî çaxî wê hebe, hetanî ku li wir ermenî dijîn. Derheqa wê yekêda serokê partîya “Komar”-ê Aram Sargsyan gotîye.

Bi gotina wî, heger  rast bixebitin, êkonomîkayê bidine pêşxistinê, qewînbin, Arsax dikare statûsa serbixwetîyê jî dest bîne.

Bi gotina Sargsyan,  dewsa statûsa Arsaxêye mexsûs dikare komkujî û zordarî hebe, û ew yek ne bona Tirkîyayê, ne bona Adirbêcanê û ne jî bona Rûsîyayê dest dide.

“Tirkîya û Adirbêcan wî çaxî wê bikevine bin sanksîya, lê Rûsîya jî dikare ji herêmê der bimîne. Heger pirsa Arsaxê  tunebe, Rûsîya nikare hukumî li ser Ermenîstanê û Adirbêcanê bike”,- Aram Sargsyan gotîye.

Bi gotina wî, tu serokatîke Ermenîstanê wê nebêje, wekî ew yekîtîya têrorîyayên Adirbêcanê nas dike û Qerebag ya me nîne.

Bi xeberdana derheqa bûyarên van axirîyaye li Vardênîsê, Sargsyan gotîye, wekî wî çaxî ermenîya derbeke giran gîhandine alîyê azêrîya.

“Provokasîya ji alîyê azêrîyada destpê bûye, leşkerên me jî  bersiv dane, û kuştîyê ewlin yê azêrîya bûye, zîyana wane mezin hebûye, tabîyê wan erdêra hatîye rastkirinê”,- Aram Sargsyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button