H’emû nûçeSereke
Qirara parlamênta Ermenîstanê
Parlamênta Ermenîstanê qanûna ku hukumatê raber kiribû, ya derheqa opêrasîyonên bankava girêdayî qebûl kirîye.
Anegorî wê qirarê têra tê dîtinê, wekî ji 1-ê meha çileya sala 2O23-da, wextê opêrasîyonên bankê, heger pere ji 300 000 diramî /62O dolarî/ zêdetire, wî çaxî pere gerekê bi dest neyêne derbazkirinê. Lombard jî krêdîtên ji 80 000 diramî zêdetir gerekê bi opêrasîyona bankê bêne mîyaserkirinê. Têra tê dîtinê, ku sal bi sal wê hejmarê kêmkin û hetanî çileya sala 2O24-a bighînine 3O OOO-î.