H’emû nûçeSereke

Serok Barzanî li ser koça dawî ya Şêx Şamo peyamek belav kir

Serok Mesûd Barzanî li ser koça dawî ya şêwirmendê serokê hikûmeta Kurdistanê bo karûbarên êzîdîyan peyamek belav kir.

Serok Barzanî li ser koça dawî ya Şêx Şamo, şêwirmendê serokê hikûmetê û kesayetiyê navdarê êzîdî peyameka sersaxiyê belav kir. Peyama wî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan,

Bi xemek mezin me nûçeya koça dawî ya kesayetiyê diyarê Kurdistanê û serokê desteya bilind ya binkeya Laliş, Şêx Şamo bihîst.

Şêx Şamo kesekî kurdperwer û niştimanperwer bû û xizmetek mezin li doza xûşk û birayên êzîdî û pêkvejiyana aştiyane kiriye. Ji dest dana wî xusaretek mezin e.

Ez serexoşiyê li malbat û xizm û dost û hevalên wî li binkeya Laliş û hemû xûşk û birayên êzîdî dikim û xwe şirîkê xema wan dizanim.

Ji Xwedayê mezin dixwazim ruhê rehmetiyê Şêx Şamo bi behişta mezin şa bike û sebr û hedarê bide her kesî.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button