H’emû nûçeSereke

Nava pirsa parevekirina sînorada qewilên alîyê ermenî tunene: wezîreta karên der bersiva Bayramov daye

Wezîreta Ermenîstanêye karên der bersiva wê elametîya wezîrê Airbêcanêyî karên der Cêyhûn Bayrmov daye, yê ku gotibû, wekî qewilên Yêrêvanêye bona parevekirina sînora  bona Bekûyê yên qebûlkirinê nînin. Berdevkê wezîreta Ermenstanêye karên der Vahan Hûnanyan daye dîyarkirinê, wekî nava pirsa dîyarkirina sînorada qewilên alîyê ermenî tunene, gilî derheqa pevketinadane.

“Ez difikirim,wekî nava pirsêda hevnefemkirine.Nava pirsa dîyarkirina sînorada qewilên alîyê erenî tunene. Gilî derheqa pevketinadane. Nava elametîya sêalîda, ya 26-ê mijdarêye li Soçîyê, ya ku ji  alîyê serokwezîrê Ermenîstanê, serokên Rûsîyayê û Adirbêcanêda hatîye qebûlkirinê, hatîye dîyarkirinê,wekî alî pevketine ku bona bilindkirina dereca bêqezîyabûn û qewînbûna li ser sînorê ermenîya-azêrîya, gerekê usa bikin ku komîsîya dualî bona dîyarkirin û kişandina sînora sazkin.

“Ev pevketin hatîye îzbakirinê û usa jî pevketin hatîye destanînê, ku esker paşda vekişin. Niha pêşnîyarên alîyên ermenî ne ku derheqa qewil-qiraradanin, lê derheqa wê yekêdane ku pevketin bêne mîyaserkirinê.

Komara Ermenîstanê difikire, wekî gerekê şuxulkarîya dîyarkirina sînora zû bê destpêkirinê, anegorî pevketinên destanî”,- Hûnanyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button