H’emû nûçeSereke
Serokkomarê Ermenîstanê hêvîdare, wekî Ermenîstan û Adirbêcan wê aşîtîya qewîn îzbatkin
Wextê hevpeyvîna tevî têlêvîzîyona Yektîya Mîrtîyên Erebaye “Sky News Arabia ” ê Armên Sargsyanê serokkomar derheqa heleqetîyên Tirkîyayê û Adirbêcanêye tevî Ermenîstanê xeberdaye.
Dika bona hevraxeberdanên Ermenîstanê û Adirbêcanê hebû, ya ku koma Mînskê bû. Mixabin, ew hevraxeberdan li hev nehatin û şer pêşda hat”,-serokkomar gotîye.
Sargsyan bi hêvîdarî gotîye, wekî nava encamê hevraxeberdanên sêalîda wê aşîtîya qewîn çêbe.
“Ez hêvîdarim, wekî bi rîya berhevdaxustina Adirbêcan û Ermenîstan wê bikaribin aşîtîya qewîn îzbatkin. Feqet ew yek wê hêsa nîbe”,-serokkomar gotîye. Ewî usa jî derheqa helqetîyên tevî Tirkîyayê xeberdaye. Bi gotina wî, qewînbûn û pragmatîzm têra dibînin wekî gerekê tevî cînara pirsgirêk tunebin.