
Nevsê Şengalêyî fermî, wekîlê nehîya Sînûnîyê Xudêda Cûkî gotîye ajansa “Şefek”-ê wekî mihacir rûyê hatina berfa qalinda dizêrin, çimkî rê hatine girtinê û ênêrgîya êlêktrîkî hatîye qutkirinê. Ewî paşê daye dîyarkirinê, wekî eskerê îraqîra li hev hatîye rêyên hîmlî bidine vekirinê, kîjan bona çûyîna berbi qampêne.
“Ne hukumat, ne jî organîzeya hûmanîtarî piştgirî nedane mihacira, ev yek tragêdîyaye”,- ewî gotîye.
Parlamêntvanê parlamênta Îraqê, yê ji fraksîya Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Mecît Şingalî nêzîkbûna hukumata Îraqêye wî cûreyî, ya hindava mihacirada, rexne kirîye û gotîye, wekî rûyê sermê û tunebûna ênêrgîya êlêktrîkîda mihacir ketine nava “qewilên tragîk”.