H’emû nûçeSereke

Êdûard Martîrosyan derheqa stansîya atomîye nûda xeberdaye

Pêşezanên stansîya Ermenîstanêye atomîye nû, ya ku gerekê “Rosatom” li Ermenîstanê çê bike,wê li Rûsîyayê bêne hazirkirinê.Derheqa wê yekêda  serokê stansîya Ermenîstanêye atomî Êdûard Martîrosyan gotîye.

Hatîye dîyarkirinê, wekî wedê şuxulkarîya stansîya Ermenîstanêye atomî hetanî sala 2O26-a hatîye dirêjkirinê, peyî kîjanêra wê dîsa bi deh salava bê dirêjkirinê.Êdûard Martîrosyan gotîye, wekî çêkirina stansîya atomîye nû wê ji  1O-a hetanî 12 sala bikişîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button