H’emû nûçeSereke

Organîzeya hemcîhanêye saxlemîxweykirinê elam kirîye,wekî piştî pêla koronavîrûsêye “Omîkron”-ê diqewime li Avropayê nexweşî bitemire

Organîzeya hemcîhanêye saxlemîxweykirinê elam kirîye,wekî piştî pêla koronavîrûsêye “Omîkron”-ê diqewime li Avropayê nexweşî bitemire. Derheqa wê yekêda wekîlê organîzeyêyî li herêma avropî Hans Klûgên wextê hevpeyvînê gotîye.

Bi gotina wî, diqewime li herêmê heyîna nexweşîyê bighîje êtapa dawî. Feqet, Klûgên eşaretî daye wekî diqewime cûrên nû pêşda bên û pêwîste ku guhdarîyê bidine ser wê yekê.

Ewî daye dîyarkirinê, wekî wextê ku li Avropayê pêla “Omîkron”-ê bitemire, nava çend hevtîyada wê îmûnîtêta global hebe.Ew yek jî dikare li ser wê prosêsê tehsîra xwe bihêle, wekî  hewa wê bê guhastinê û germbe.

“Vî cûreyî em dikarin bona êtapa dawî hazirbin, hetanî ku  koronavîrûs dawîya salê bikaribe paşda vegere, lê ew yek eseyî nîne, wekî nexweşî paşda vegerek,-Klûgên gotîye. Bi gotina wî, koronavîrûsê çend cara meriv zendegirtî hiştin, bo wê yekê jî pêwîste ku fesalbûnê xweykin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button