H’emû nûçeSereke

Ararat Mîrzoyan û Fêrnan Êtgên fikir dora bêqezîyabûn û qewînbûna herêmî pevguhartine

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan, yê ku bi seredana fermî li Lyûksêmbûrgêye, rastî serokê palata Lyûksêmbûrgêye parlamêntvana Fêrnan Êtgên hatîye.   

Ji wezîreta karên der ragîhandine, wekî Ararat Mîrzoyan û Fêrnan Êtgên, girêdayî hevkarîya dualîra, nava wêda usa jî dereca parlamêntîyê, razîbûna xwe dane dîyarkirinê.Xeberdan derheqa sixkirina pêwandîyên di navbera komên parlamêntêye dostîyêda, nava doranên parlamênta Avropayêda, qewînkirin û berfirehkirina hevkarîyêda çûye.

Dora pirsên bêqezîyabûn û qewînbûna herêmî fikir hatine pevguhartinê. Ararat Mîrzoyan bona rêzolyûsîyayên ji alîyê parlamênta Lyûksêmbûrgêda qebûlkirî, yên wextê agrêsîya Adirbêcanêye dijî Arsaxê û piştî wê yekê razalixî elam kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button