SerekeSîyasî

Mezlûm Ebdî: hêzên me dîroka serkeftinêye li Kobanê wekilandin

Fermandarê Hêzên Sûrîya Dêmokratîk Mezlûm Ebdî rûpelê xweyî Twittere da, girêdayî salvegera azakirina Kobanêra, nivîsara xwe hiştîye.

Ewî daye dîyarkirinê,wekî hevt sal ji roja Kobanêye serkeftinê derbaz bûne, ya ku bû destpêka hincirandina DAÎŞ-ê. Mezlûm Ebdî gotîye: “Roja îroyîn hêzên me dîroka serkeftinê wekilandin, wextê ku li Hesekê DAÎŞ dane tunekirinê û planên wan teribandin”.

Mezlûm  Ebdî usa jî qedirê bîranîna jinên kurd Arîn û Avazê girtîye, yên ku wextê wî şerî şihîd ketine.“Hevt sal derbaz bûne, lê heyîna DAÎŞ-ê hê tê xweykirinê. Bona ku DAÎŞ-ê bi temamî bidine tunekirinê, pêwîste ku qewînbûna sîyasî û êkonoîkî hebe, û pêra jî qayîlîya navnetewî hebe”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button