SerekeSîyasî

Borîs Conson gotîye Nêçîrvan Barzanî: em piştgirên wê yekêne, ku li Kurdistanê qewînbûn û bêqezîyabûn îzbatbe

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji serokwezîrê Brîtanîya Mezin Borîs Conson name stendîye, kîjanêda hatîye dîyarkirinê, ku Brîtanîya Mezin dixweze ku li Îraqê qewînbûn û bêqezîyabûn îzbatbe. Derheqa wê yekêda li ser malpera admînîstrasîya serokê Kurdistanê hatîye raberkirinê.

“Brîtanîya Mezin hevkarîya me bilind qîmet dike û mînanî berê piştgira wê yekêye, ku li Kurdistanê û Kurdistana Îraqê qewînbûn û bêqezîyabûn îzbatbe”,- Consonê serokwezîr nava nama ser navê Nêçîrvan Barzanîyê serok gotîye.

Barzanî meha îlonê çûbû Brîtanîya Mezin, li kîderê ji alîyê Consonda hatibû qebûlkirinê.Wî çaxî pêwandîyên dualî hatibûne gotûbêjkirinê. Conson sala 2O15-a çûye Hewlêrê, dema ku ew serokbajarê Londonê bû.

“Ez gelekî xweşhal bûm ku piştî seredana mine li Kurdistanê  min hûn li Londonê qebûl kirin”,- Conson nivîsîye.

Nava doranên koalîsîyona navnetewîda, ya dijî DAÎŞ-ê, Brîtanîya Mezin piştgirî daye Herêma Kurdistanê û Îraqê. Brîtanîyayê usa jî piştgirî daye normalbûna heleqetîyên Hewlêrê û Bexdayê, piştî wê yekê, wextê ku hukumata fêdêral byûcêya Herêma Kurdistanê da kurtkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button