Hêzên Sûrîya Dêmokratîk elam kirine,wekî pênc çekdarên DAÎŞ-ê li provînsîya Sûrîyayêye Dêyr Zorê girtine.
Hatîye ragîhandinê, wekî ew têrorîst li nêzîkî Dîbanê hatine girtinê, yên ku hazir dibûn kirinên têrorîstî mîyaserkin. Li cem girtîya dokûmênt û sîlih hatine dîtinê.
Nava van rojên dawîda komên DAÎŞ-ê aktîvîya xweye têrorîstî usa jî li Îraqê dane kifşê.29-ê meha çile hatibû elamkirinê, wekî li provînsîya Dîyalê neh çekdarên DAÎŞ-ê hatine kuştinê. Opêrasîyona eskerê Îraqê çawa bersiva kuştina 11 leşkerên îraqî bûye, yên ku hevtîya derbazbûyî li Dîyalê ji alîyê DAÎŞ-da hatibûne kuştinê.