H’emû nûçeSereke

Borîs Conson bo Nîkol Paşînyan pîrozbahî şandîye

Girêdayî 3O salîya îzbatbûna heleqetîyên dîplomatîye di navbera Brîtanîya Mezin û Îrlandîya Bakûrra,  Borîs Consonê serokwezîr pîrozbahî Nîkol Paşînyara şandîye.

“Birêz serokwezîr,

2O-ê meha çile Brîtanîya Mezin û Komara Ermenîstanê 3O salîya heleqetîyên dîplomatî dane kifşê.Ez careke mayîn didime dîyarkirinê,wekî ew pêwandî bona Padişatîya Yekbûyî girîngin.

Nava 3O salên dawîda Padişatîya Yekbûyî û Komara Ermenîstanê xebata tevayî bona pêşxistina hevkarîyê mîyaser kirine. Girêdayî vê yekêra, ez dixwezim careke mayîn derheqa  piştgirîya Padişatîya Yekbûyîda elamkim, bona ku cedandinên Ermenîstanê, yên bona aşîtîyê, qewînbûnê û gulvedanê pêşda herin.

Padişatîya Yekbûyî hevkara Komara Ermenîstanêye û wê usa jî bimîne.Hêvîdarim, wekî hevkarîya me  wê nava pêşerojêda jî berdewambe”,- serokwezîrê Anglîyayê daye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button