Nava van herdu rojên dawîda çekdarên piştgirên rêjîma tirka sê welatî li kantona Efrînê revandine û 35O-î darên zeytûnê li nehîyên Şeravayê û Cîndêrêsê birîne.
Em bêjin, wekî ji destpêka okûpasîyakirina Efrînê, Tirkîyayê û komên wêva girêdayî bona guhartinên dêmografîk bi hezara binelî revandine û bi wê yekêva tevayî jî bi deha hezara darên zeytûnêye pirsale birîne.Bi wê yekêva tevayî wana usa jî bi deha heykelên arxêolocî xirb kirine.