H’emû nûçeSereke
Ermenîstan îzbat dike ku bêyî tu qewil-qirara tevî Tirkîyayê heleqetîya îzbatke
Ermenîstan difikire, wekî sînorên tevî Tirkîyayê gerekê bêne vekirinê û di navbera herdu welatada gerekê bêyî tu qewil-qirara heleqetîyên dîplomatî îzbatbin. Derheqa wê yekêda, wextê hevdîtina tevî wezîrê Aûstrîyayêyî karên der Alêksandr Şalênbêrg, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan gotîye.
Ewî daye dîyarkirinê,wekî tabîya Ermenîstanê nava 3O salên dawîda nehatîye guhartinê.
Bi xeberdana derheqa hevdîtina ewlinda, ya wekîlên Ermenîstanê û Tirkîyayêye mexsûs, wezîrê karên der gotîye, wekî nenihêrî wê yekê ku hevdîtin derbazî ser pirsa nebûye, lê nîşanên baş hene, yên ku şedetîya wê yekê didin, wekî şuxulkarî wê bi açixî berdewambe.
Mîrzoyanê wezîr serda zêde kirîye, wekî pirs tenê tabîya alîkîva girêdayî nîne.