CîhanSereke

Projeyên ewline mezin: cîgirê wezîr derheqa “Dubai Expo”-da gilî kirîye

Li pêşengeha  “Dubai Expo”-ê li salona Ermenîstanê her dem  gelek meriv qesidîne û bo wê yekê jî ew dikeve nava deh welatên ewlin. Derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Narêk Têryan gotîye. Ji deh mîlîyon mêvana îdî 3OO OOO meriv li salona Ermenîstanê qesidîne.

“Me xwestîye dîroka welat û cimeta xwe bidine kifşê: ji şeraba kevinar û solên çerm destpêkirî hetanî têknolocîyên roja îroyîn. Me malhebûna xweye gundîtîyê û tûrîmz raber kirîye, usa jî alîyên senayê, kîmîya, mêtalûrgîya, dermançêkirin, dezgehçêkirin, senaya sivik”-, cîgirê wezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button