
Wekîlê UNICEF-ê Bo Vîktor Naylûnd bangî civaka navnetewî kirîye, wekî piştî çûyîna li hebsa Sînayê gerekê gav bêne avîtinê, ku xortên negihîştîye li wir bêne parastinê. Derheqa wê yekêda kurda çendik-çend cara îdî elam kirîye.
Wekîlên fonda zarokaye UNICEF-ê çûbûne li hebsê ku dîna xwe bidine qewilên xortên negihîştî.Wextê êrîşa DAÎŞ-ê ye 2O-ê meha çile, li hebsê 41OO çekdarên DAÎŞ-ê hebûn, ji kîjana 7OO xortên negihîştî bûn û ew blokeke başqeda dihatine xweykirinê. Ev xort pêşda ji alîyê DAÎŞ-da hatibûne hazirkirinê û bûne endamên DAÎŞ-ê.Teşkîlet bang dike ku welatên endamên civaka navnetewî, welatîyên xwe paşda vegerînin li cem xwe.