H’emû nûçeSereke

Meremê Bekûê ewe ku komkujîya çandî mîyaserke

Baylozê Yûnanistanêyî ewlinî li Ermenîstanê Lêonîdas Xrîzantopûlos derheqa qezîya dijî mîrata ermenîye çandîda ya li Arsaxê xeberdaye û derheqa wê yekêda rûpelê facebookê da, yê baylozxana Yûnanistanêye li Ermenîstanê daye raberkirinê.

Meremê Adirbêcanêyî bona sazkirina koma xebatê, ya bi meremê tunekirina çanda ermenîye li Arsaxê, faşîzma çandîye. Ew kom gerekê qirarke, ku kîjan heykelê çandî gerekê bimîne û yên mayîn jî hesabkin çawa yên albanên Qafqasîyayê.

Dêra albanaye li Qafqasîyayê ya otonom bûye. Ew bi wedê kurtva sedsala pêncada saz bûye û sala 7O5-a ketîye bin serwêrtîya dêra ermenî. Elfabeya albanî ji alîyê Mêsrop Maştosda hatîye çêkirinê, yê ku alfabeya ermenî sala 4O5-a hazir kirîye û peyî wêra paşê ya albanî hazir kirîye. Bo wê yekê jî tiştê bûyînê nîne, wekî dêra ermenî, dêrên almana bona kara xwe bida xebatê.

Meremê Bekûyê ewe, ku komkujîya çandî mîyaserke û bona wê yekê ew gerekê bê gunehkarkirinê”,- Lêonîdas Xrîzantopûlos gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button