Aşîtîparêzên Rûsîyayêye li Qerebagê li komplêksa dêrêye li Dadîvankê qesidîne. Keşîşê dêra Dadîvankê dîroka sazkirina wê koplêksa dêrê raber kirîye, ya ku sedsalên 12-13-da hatîye çêkirinê.
Wekîlê aşîtîparêzên rûse li Qerebagê derheqa wê yekêda gotîye û daye dîyarkirinê, ku wana nasîya xwe daye dîroka dêrê û serda zêde kirîye, ku meriv roja îroyîn wê yekê qîmet dikin.Ewî gotîye, ku heger ew vegerine malên xwe, ewê derheqa wê yekêda malbetên xwe, zarok û nebîyên xwera gilîkin.
Hatîye dîyarkirinê, wekî komplêksa dêrêye li Dadîvankê komplêksa sedsalên navîne mezine. Ew himberî dereca behrê li ser bilindaya 11OO mêtrîye.