
Çekdarên piştgirên tirka li nehîya Cindêrêsê, ya kantona Efrînê, merivekî yaşê xweda mezin revandine û bona azaberdana wî pere xwestine.
Ev yek nêzîkî deh roj pêşda qewimîye. Ewê ku revandine 73 salîye.
Hatîye ragîandinê, wekî çekdara ev meriv birine cîhekî neeyan û cab dane malbeta wî merivî ku bona azaberdana wî pera bînin.Derheqa wî merivê girtîda hetanî niha tu behs nehatine stendinê.