Çawa ku ji Bekûyê nîşanên baş bêne kifşê, emê şuxulkarîya dasekinandina rêyên transportê mîyaserkin: Paşînyan
Nîkol Paşînyanê serokwezîr li parlamêntê derheqa şuxulkarîya vekirina rêyên transportêda, yên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda xeberdaye.Ewî bîr anîye, wekî dereca serokatîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê pevketin bona çêkirina rêya hesinîye Yêrasx-Culfa-Ordûbad-Mêxrî- Horadîzê hatîye destanînê, koma xebatê hatîye sazkirinê, ku wan xebata bidine teşkîlkirinê.Van axirîya cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan rastî cîgirê serokwezîrê Rûsîyayê Alêksêy Ovêrçûk û serokê hevaltîya rûsîye rêyên hesinî Olêg Bêlazyorov hatibû. Niha xebatên bona pirsên têknîkî tên gotûbêjkirinê.
Hemû pêşnîyar hatine hazirkirinê û ew şandine alîyên azêrîya, rûsa û hevkarên navnetewîra.
“Çawa ku bersiva pozîtîv ji alîyê Adirbêcanêda bê stendinê, em hazirin şuxulkarîya dasekinandin û vekirina rêyên transportê mîyaserkin”,-Paşînyan gotîye.