SerekeSîyasî

Êrîşa li Amûdê: zaroka 11 salî hatîye kuştinê û sê meriv jî birîndar bûne

Nava encamê êrîşa dirona tirkada, li Amûdê li bakûrê Sûrîyayê, zarokeke 11 salî hatîye kuştinê û sê meriv jî birîndar bûne. Ev yek roja çarşemê qewimîye, wextê ku dirona tirka êrîş birîye ser avtomaşînê. Nava birîndarada zarokeke 13 salî jî hebûye. Ev hemû kes wê avtomaşînêda bûne.

Nava encamê êrîşêda usa jî xetên ênêrcîya êlêktrîkî zîyanê ketine û rûyê wê yekêda nava 4O gundada ênêrcîya êlêktrîkî tunebûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button