H’emû nûçeSereke
Sala 2O2O-î Ermenîstan rastî cîguhastina têrorîstaye li herêmê hat
Payîza sala 2O2O-î Ermenîstan werguhêzî herêmeke usa bû, li kîderê ji welatên bîyanî têrorîst dianîn. Derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Armên Xêvondyan gotîtye.
“Gav hatine avîtinê, ku cedandinên tevayî bona şerkarîya dijî têrorîzmê bidine zêdekirinê.Em payîza sala 2O2O-î li herêma xwe rastî wê yekê hatine”,- Xêvondyan gotîye.Ewî daye dîyarkirinê, wekî welatên endamên Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv bi aktîvî şêwirdarîya derbaz dikin, bona ku hêz û mecalên organîzeyê bêne pêşxistinê.