Ermenîstanê nava pirsa kifşkirin û veqetandina sînorada tu cara qewil dianenîne. Derheqa wê yekêda sêkrêtarê Konseya Ewlekariyê ya Komara Ermenistanê Armên Grîgoryan, wextê brîfîngê, gotîye.
Bi şirovekirina derbarê elametîya Adrbêcanê ya van axiryada, Grîgoryan gotîye: “Ermenîstanê tenê dew kirîye ku hemû bocdarîya biqedînin, yên ku wextê hevdîtina li Soçîyê, ya 26-ê mijdarê, hatibûne destanînê. Ermenîstan dixweze ku ew pevketin bêne mîyaserkirinê û paşê pêvajoya sînorava girêdayî destpê bikin. Ermenîstan pêşnyar dike ku eskera paşda bibin, bo ku ew pêvajo hêsa bê kirinê. Nava vê yekêda qewil tunene.”