Me gelek caran dîyar kirîye, ku hêzên aşîtîparêz gerekê li Arsaxê bimînin, hetanî ku pirsgirêka statusê çareser nebe. Derheqa wê yekêda sêkrêtarê Konseya Ewlekariyê ya Komara Ermenistanê Armên Grîgoryan, wextê brîfîngê, gotîye.
“Qirara derheqa statûsêda hê tune, mayîna aşîtîparêza ya li wir pêwîstî ye. Alîyê ermenî wê bixebite, bona ku aşîtîparêz li wir bimînin, çimkî pirs hê helkirî nîne”,- Grîgoryan gotîye.
Bi gotina wî, alîyê ermenî li ser wê tabîyê ye ku pirsgirêk gerekê nava dorana koma Mînskêda, bi rêya edil, bê helkirinê. Çi ku di derbarê qewînbûna hevkarîya Adrbêcanê û Tirkîayêda ne, bi gotina Grîgoyan, “her pêvajoyeke ku astengiya li ser rêya çareserîke bi aşîtî saz dike ya acizkir e”. Bi fikira Grigoryan, welatên Koma Mînskê xwedî hemû hêza nin û ji bo sekinandina her cêribandineke leşkerî ew dikarin gava biavêjin.