H’emû nûçeSereke

Davît Babayan: Arsaxê tu cara nava teşkîla Adirbêcanêda nîbe

Arsaxê tu cara nava teşkîla Adirbêcanêda nîbe. Bila ew yek hemû kes bizanibe. Derheqa wê yekêda wezîrê Arsaxêyî karên der Davît Babayan gotîye rojnamevana.

“Ew yek bona me tiştê qebûlkirinê nîne. Dinîya çi dikare bike? Bêjin xwe bighînine Adirbêcanê? Emê  negihîjine wan û azêrî çi dikarin bikin, komkujîyê teşkîlkin? Bêguman, na, lê têrorîzm jî me nade tirsandinê”,-wezîr gotîye.

Çawa bersiva wê pirsê ku gelo  alîyê ermenî yektîya têrîtoryayên Airbêcanê nas kirîye, yan na, Babayan gotîye, wekî Komara Ermenîstanê bi fermî yektîya têrîtorîyayên Komara Adirbêcanê nas nekirîye.Ya duem jî ewe, wekî nava yektîya têrîtorîyayên Airbêcanêda Arsax tune”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button